Dûhatên giran ên aboriyê yên şerrê bi Îranê re li Amerîkayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i359518-dûhatên_giran_ên_aboriyê_yên_şerrê_bi_Îranê_re_li_amerîkayê
Hejmareke zêde ji karkerên amerîkî bazara kar a vî welatî terikandine û bi dehan hezar kar li Amerîkayê ji nav çûne.
(last modified 2026-08-10T14:52:17+00:00 )
Tebax 10, 2026 18:01 Asia/Tehran
  • Dûhatên giran ên aboriyê yên şerrê bi Îranê re li Amerîkayê

Hejmareke zêde ji karkerên amerîkî bazara kar a vî welatî terikandine û bi dehan hezar kar li Amerîkayê ji nav çûne.

Saziyên analîzên aborî yên bi navûdeng ên li  Amerîkayê hişyarî dan ku bandorên enflasyonê yên şerê bi Îranê re ji bo Amerîkayê ji sektora enerjiyê pir wêdetir diçin. Amarên nû nîşan didin ku aboriya Amerîkayê di Tîrmeha 2026`an de 23 hezar kar ji dest daye, berovajî pêşbîniyan û di heman demê de rêjeya beşdariya hêza kar jî kêm bûye; mijarek ku nîşan dide ku hin karker bazara kar terikandine. Pisporên aborî zêdebûna nezelaliyê ku ji ber şerê bi Îranê re çêbûye, digel faktorên din ên aborî, wekî yek ji sedemên lawazbûna bazara kar a Amerîkayê didin zanîn.