Tebax 07, 2021 09:56 Asia/Tehran
  • Asta belengazî û înflasiyonê li Tirkiyê zêde bûye

Asta belengazî û înflasiyonê li Tirkiyê zêde bûye.

Li gorî rapora Tasnim Newsê, Medyayên Tirkiyê roja Îniyê ragihand, zêdebûna berdewam a bihayan, bêkarî û înflasiyona ber bi zêdebûnê, bûye dilgiraniya bi miliyonan malbatên tirkiyeyî.

Di vî warî da Konfederasiyona Sendîkayên Karmendiyê ya Tirkiyê (Memur-sen) ku her mehê raporeke aborî diweşîne, xetê belengaziyê li vî welatî wek 8 hezar û 136 Lîr diyar kir.

Ev di halekî da ye ku bi miliyonan welatiyên Tirkiyê, bi meaşa mehane ya 8 hezar Lîrê debara xwe dikin.

Sala 2002an hewildana jibo têkoşîna dijî belengaziyê û pêkanîna edaletê û berçavgirtina taybet a avedanî û geşatiya aborî AKP li Tirkiyê kir desthilatdar; Lê niha û di sala 2021ê da abora Tirkiyê nîşan dide ku sersariya dewleta Erdogan li heman têgehan, hêdî hêdî rewşê dabîn dike ku partiyên dijber bi soza derbasbûna ji vê rewşa aborî ya dijwar, desthilatê di sala 2023an da bigirin destê xwe.

 

Serepeyv