Tebax 07, 2021 00:47 Asia/Tehran
  • PKK: Li Xakurkê 6 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin

PKKê ragihand ku hêzên wê li navçeya Xakurkê ya Herêma Kurdistanê êrîşî xaleke leşkerî ya artêşa Tirkiyê kiriye û di encamê de 6 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin. Artêşa Tirkiyê jî dibêje li Garê di êrişeke esmanî de 2 Hêzên PKKê jiyana xwe ji dest dane.

PKKê dibêje, weke hildana tola fermandarê PKKê yê Xakurkê Egîd Garzan ku di roja 11ê Tebaxa 2020an di dema civîna li gel hejmareke fermandarên artêşa Iraqê de li devera Biradost hatibû armanc kirin, wan ev êrîş encam daye û di wê êrîşê de, 6 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.

Li aliyê din ve Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyaniyek da û tê de dibêje li Garê êrişeke esmanî pêk anîne û di dencamê de 2 şervanên PKKê jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê herwiha diyar kir artêşa vî welatî bi helîkopter û balafirên şer, sînorê navçeya Kanî Masê bombebaran kirine, lê behsa ziyanên wê bombebaranê nehatiye kirin.

Herwiha Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di 30ê Tîrmehê de ragihand ku Tirkiyê operasyonek bo ser Qendîl, Xakurk, Gare û Zapê daye destpêkirin û ew dever hatibûn bombebarankirin.

Serepeyv