Tebax 06, 2021 18:07 Asia/Tehran
  • Dadgehê derbarê bikujê malbata Kurd a li Qonyayê biryar da

Bikujê 7 kesên ji malbata Kurd a li Qonyayê, Mehmet Altun ku pêr ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve hatibû desteserkirin, bi biryara dadgehê hat girtin û ew şandin girtîgehê.

Roja Pêncşemê 5ê Tebaxê, bikujê 7 kesên ji malbateke Kurd a li Qonyayê, Mehmet Altun li Dadgeha Cezaya Silhê ya Qonyayê hat darizandin.

Li gor ajansa fermî ya Tirkiyê, dadgehê bi tawana “kuştina 7 kesan bi plan û bi hestên hovane”, “zirardayîna malê bi riya şewitandinê”, “îxlalkirina destlênedayîna avahiyê” û “bi xwe ra gerandina çeka bêruxset” biryara girtin û zîndanîkirinê derbarê wî de da.

Lê derbarê cezayê û hûrgiliyên wê de ti zanyarî nehatine belavkirin.

Bikujê 7 kesên ji malbata Kurd, di lêpirsînan de li xwe mikur hatiye û gotiye, ji bo ku ti belgeyekî li pişt xwe nehêle, wî bo cara duyem jî teqe li wan kesên ji malbata Kurd kiriye ku ketibûne erdê û canê xwe ji dest dabûn.

Wî herwiha di lêkolînan de ragihandiye, jibo ku dîmenên qeydkirî yên kamêrayên çavdêriyê nehêle û ji nav bibe, wî piştî kuştina 7 kesên ji malbata Kurd, agir li mala wan berdaye.

Mehmet Altun roja 30 Tîrmehê li navçeya Meram a Qonyayê li mala wan êrişî malbata Dedeogullari kiribû ku ji bajarê kurdî yê Qersê li rojhilatê Tirkiyê bûn û her 7 endamên malbatê bikom kuştibûn û agir berdabû xaniyê wan.

Bikujê malbata Kurd piştî êrişê reviyabû û ji bo girtina wî hêzên emnî xebat dabûn destpêkirin û piştî 6 rojan 4ê Tebaxa 2021 li nêzikî gundê Uçpinarlar ê ser bi navçeya Bozkir a Qonyayê hatibû desteserkirin.

Serepeyv