Tebax 05, 2021 16:01 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê êrîşên nijadperestiyê dijî kurdan berdewam in; Vê carê karkerên rihayî li Çorûmê ketin ber êrîşê

Di encama êrîşa li ser karkerên demsalî yên ji Rihayê li Çorûmê, 5 kes ji wan birîndar bûn.

Li gorî rapora Kurdpressê ji zarê Mezopotamyayê (MA), Karkerên demsalî yên rihayî ku jibo kar çûbûn gundê Ebdullah ê Çorûmê, şeva borî ketin ber êrîşên bi kêrê ya ji aliyê komeke şêniyên navçeyê.

 

Tê gotin 5 karker ji ber derbên kêrê birîndar bûne û bo nexweşxaneyê hatine rakirin.

 

Serepeyv