Tebax 05, 2021 09:59 Asia/Tehran
  •   CHP: Desthilata Koşkê dewleta me lawaz kir

Di vê hefteyê de agir bi piranî daristanên Tirkiyê ket û heta niha jî li çend cihan agirê daristanan berdewam e.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu di axaftina xwe ya roja sêşemê de got Tirkiye di nav qeyrana av û keşuhewayê de ye û her çiqas ev 15 sal in ev nîşane hebûn jî lê hikûmeta AK Partiyê guh nedaye vê yekê. Kiliçdaroglu dibêje êdî ew ê bi xwe vê amadekariyê bikin.

 

Kemal Kiliçdaroglu, Serokê CHPê, dibêje, “Deshilata Koşkê dewleta me aniye rewşeke lawaz. Bo nûjenkirina saziya esmanî ya Tirkiyê ez bang li şaredariyên me, xelk û bazirganan dikim. Divê em saziya esmanî ya Tirkiyê nûjen bikin û bi hevre dawî li vê rezaletê bînin…. Em ê vê yekê bikin û edî em ti hêviya ji  desthilatê nakin.”

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di konferanseke rojnamevanîyê de got nabe ku mijara agirên daristanan bikin mijareke sîyaset kirinê.

Di vê demê de partiyên opozisyonê rexneyê tund arasteyî hikûmetê dikin ku nikarin firoke û helîkopterê pêwîst bo kontrolkirina agirê daristanan dabîn bikin.

Recep Tayyip Erdogan, Serokkomarê Tirkiyê, dibêje, “Pirsgirêka sereke ya firokeyan ew e ku saziya esmanî ya Tirkiyê bi salan  firoke û teknolojiya xwe nujen nekiriye û di demekê de ew karê we bû.”

Her çiqas tîmên berevaniyê yên bajarên Tirkiyê bi 21 hezar karmendan li cihên agir kar dikin jî lê ji ber pirbûna daran  ew jî li gelek cihan neçar dimînin ku paşde vekişin.

Berdewamkirina Agirê daristanan hişt ku gelek welatiyên navdar ên Tirkiyê jî nerazîbûna xwe bînin ziman.

Şahan Gokbakar ku li Tirkiyê wek Recep Îvedîk tê nasîn çend roje bi rêya weşana zindî di medyaya civakî de ji hikûmetê daxwaz dike ku firoke an helîkopteran bînin daristanên Turgutlu ên li navçeya Marmarîsa ser bi Muglayê. Gokbakar rexne li hikûmetê dike.

Şahan Gokbakar, aktorê komedî, dibêje, “Ji bo vemrandina agir hewleke herî biçuk jî, ji esmanan nehatiye  kirin. Heta dawiya îro jî yek helikopter nehatiye. Ji berpirsan daxwaz dikim bişînin ev  karekî zehmet nîne. Yek an du helîkopteran bînin vê derê û di 1-2 demjimêran de avê li agir bikin jixwe ev der li qiraxa deryayê ye.”

Agir beşeke ji wan daristanên geş ên Tirkiyeyê şewitand ku bi keskatiya xwe çavkaniya oksîjenê bû û derdora xwe kiribû navendên girîngî ên geştiyariyê.

 

Serepeyv