Tebax 05, 2021 01:02 Asia/Tehran
  • Qatilê endamên malbata kurd ya Qonyayê hat girtin

Mehmet Altun ku gumanbarê kuştina 7 endamên malbata Kurd a li navçeya Meram a Qonyayê ye, hat desteserkirin.

Serdozgeriya Komarî ya Qonyayê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand; Mehmet Altun ku di lêpirsîna serdozgeriyê de weke kujerê malbata Kurd a 7 kesî ya li navçeya Meramê tê dîtin, li navçeya Bozkirê hat desteserkirin.

Hat diyarkirin ku kujerê gumanbar Mehmet Altun, xwe li zeviyekî taxa Uçpinarlar a ser bi nevçeyê vedişart.

Duh jî derbarê komkujiya Qonyayê de 10 kes hatibûn girtin. Di nav kesên ku hatibûn girtin de hevjîna kujerê gumanbar Mehmet Altun, Z. A, bavê wî Î. A, diya wî Î. A û xwişka wî, A. K hebûn.

Li navçeya Meram a Qonyayê di êrîşeke çekdarî de sê ji wan jin, 7 welatiyên Kurd hatibûn kuştin.

Di êrîşê de Yaşar Dedeogullari yê 65 salî, Serap Dedeogullari ya 36 salî, Serpîl Dedeogullari ya 32 salî, Sîbel Dedeogullari ya 30 salî , Îpek Dedeogullari, Metîn Dedeogullari yê 45 salî û Bariş Dedeogullari yê 35 salî jiyana xwe ji dest dabûn.

Serepeyv