Tebax 02, 2021 10:46 Asia/Tehran
  • Demîrtaş: Sedema kuştina kurdan, siyaseta cudaker a desthilatê ye

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan ya Tirkiyê Selahedîn Demîrtaş da xuyakirin, sedema kuştina kurdan zimanê desthilatê ye û çeteyên hundir û derveyî dewletê bo armancên xwe yên qirêj ev komkujî encam dane. 

Selahedîn Demîrtaş bi rêya parêzerên xwe komkujiya Qonyayê bi tundî şermezar kir û da xuyakirin, sedema komkujî û pevçûnan, siyaseta cudaker a desthilatê ye. Çeteyên hundir û derveyî dewletê jî bo armancên xwe yên qirêj ev komkujî encam dane.

Demîrtaş ji hemû kurd û tirkan daxwaz kir, rê nedin siyaseta cudaker û zimanê nefretê û xwe li hember wan neçemînin.

Demîrtaş herwiha da zanîn, ew ji bo mafnasî û dadê dixebitin û ji ber vê divê tu kes xwe bêhêvî û bêxwedî nebîne. Dibe ku zehmet be, lê ewê tekez aştî û azadî û dadweriyê pêk bînin.

Li gundê Hasankoy a navçeya Meram a ser bi parêzgeha bajarê Qonya ya Tirkiyê ve roja 30.07.2021ê grûbeke nîjadperestên tirk êrîşeke çekdarî birin ser malbateke kurd û di encamê de ji vê malbata kurd 7 kes hatin qetilkirin û mala wan hate şewitandin.

Vê êrîşa nijadperestî li Qonyayê, gelek karvedan li her derekî deverên kurdî yên navçê  û li navxweya Tirkiyê li pey xwe anîn.

Herwiha 5 rêxistin û partiyên kurdî yên li Tirkiyê  duhî di daxuyaniyeke hevbeş de ev êrîş bi tundî şermezar kirin û ragihandin, “Rêvebirên Dewleta Tirkîyê, bi gotin û siyaseta xwe ya nîjadperest a li dijî kurdan rê ji van êrîşan re xweş kirine.”

Serepeyv