Tebax 01, 2021 17:21 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê; 79 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê canê xwe ji dest da

Di 24 saetên dawî de 79 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest da û 22 hezar û 332 kes pê ketin.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê yên derbarê Covîd-19'ê de, di 24 saetên dawî de 261 hezar û 198 test hatine kirin û 22 hezar û 161 kes bi Covîd-19'ê ketine. Hat diyarkirin ku 79 kes jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest daye.

 Di 24'ê saetên dawî de 617 hezar û 245 doz aşî (vaksîn) hat kirin û hejmara aşiyên heta niha hatine kirin bû 73 milyon û 137 hezar û 890. Aşiyên hatine kirin 40 milyon û 982 hezar û 884 jê doza yekê, 27 milyon û 269 hezar û 936 doza dudoyan û 4 milyon û 885 hezar û 70 jî doza sisêyan e.

Serepeyv