Qoniye; Têkildarî êrîşa nîjadperest 3 kesên din jî hatin binçavkirin
Tebax 01, 2021 09:17 Asia/Tehran
Têkildarî qetilkirina 7 ferdên malbata Dedeogûllari 3 kesên din jî hatin binçavkirin. Hejmara kesên hatin binçavkirin, bû 13.
Serdozgeriya Komarê ya Qonyeyê, daxuyand ku têkildarî qetilkirina 7 ferdên malbata Dedeogûllari ku li navçeya Meram a Qonyeyê hatibûn qetilkirin, hejmara kesên hatin binçavkirin bû 13.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji malbata gumanbarê firarî 3 kesên din jî hatine binçavkirin û bi giştî hejmara kesên heya niha hatine binçavkirin bû 13.
Berê jî têkildarî vê qetilkirinê de 10 kes hatibûn binçavkirin.