Operasiyona vemirandina êgir a hêzên çekdar ên Îranê li Tirkiyê
Tebax 01, 2021 09:02 Asia/Tehran
Serokê Navenda Kontrol û Piştgiriyê ya vemirandina hewayî ya êgir a Wezareta Berevaniyê ya Îranê qala pêkanîna yekemîn operasiyona vemirandina êgir li daristanên Tirkiyê ji aliyê hêzên çekdar ên Îranê va li wî welatî kir.
Li gorî rapora IRNAyê, Firokevan Muhemed Mehdî Nûrî Alê Aqa, Serokê Navenda Kontrol û Piştgiriyê ya vemirandina hewayî ya êgir a Wezareta Berevaniyê ya Îranê got: Berêvara Şemiyê tîma operasiyona vemirandina êgir û firokeya agirkuj a çêkirî bi destê pisporên xort ên îranî bi kapasîteya 40 ton avê gihîşte bajarê Moglayê.
Hêjayî gotinê ye ku ji ber şewata derketî li daristanên Tirkiyê heta niha herîkêm 6 kesan canê xwe ji dest daye.