Têkildarî kuştina malbata Kurd 10 kes hatin desteserkirin
Têkildarî kuştina 7 endamên malbateke Kurd li Qonyayê, 10 kes hatin desteserkirin.
Serdozgeriya Komarî ya Qonyayê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ji bo “zelalkirin”a bûyera kuştina malbata Kurd wekîlekî Dozgerê Komarî û 3 dozgerên Komarî hatine erkdarkirin.
Serdozgeriya Komarî ragihand ku di çarçova lêkolîna derbarê kuştina wê malbata Kurd de 10 kes hatine desteserkirin.
Herwiha Serdozgeriyê diyar kir ku xebatên wan ên ji bo girtina bikujê wê malbatê berdewam dikin û herwiha îddîa jî kir ku “ev ne êrişeke nijadperest e.”
Li aliyê din otopsiya destpêkê ya 7 endamên malbata Kurd temam bû û li gor rapora otopsiyê, ew 7 kes bi 19 gulleyan hatine kuştin.
Parêzerê malbata Kurd Abdurrahman Karabulut jî ragihand ku li gor zanyariyên dozger bi wan dane, di tomarên kamerayên çavdêriyê de kesek diyar e ku êriş pêk aniye û “peywendiya wî li gel wan kesan hebûye ku berî niha êrişî malbata Kurd kiribûn.”
Herwiha cenazeyên van 7 endamên vê malbata kurd ku bon qurbaniyê nijadperestên tirk, dê îro piştî nîvro li Goristana Karatay Saraçoglu ê li Konyayê bi axê bên spartin.
Li bajarê Qonya yê Tirkiyê di encama êrişa ser malbateke Kurd de 7 kes hatin kuştin û mal jî hat şewitandin.
Ew malbata Kurd roja 12ê Gulana îsal jî ji aliyê grupeke nîjadperest ve rastî êrişekê hatibû û di encamê de 7 endamên wê malbatê ku 4 jê jin bûn, birîndar bûbûn. Malbata ku êrîş rêkxistibû, her cîranê wê malbata Kurd bûn.