Tîrmeh 31, 2021 13:53 Asia/Tehran
  • HDP û CHPê ji bo hilkolandina cinayeta tirkên nijadperest şandên xwe dişînin Qonyayê

Encûmena Serkirdatiya HDPê biryar da ku îro şandeke wan biçe Qonya, daku ji nêzîk ve agahdarî kuştina bi kom ya 7 endamên malbateke Kurd be. Herwiha CHP jî şandekê dişîne Qonyayê.

Li ser daxwza Hevserokên HDPê, Encûmena Serkirdatiya wê pariyê li Enqerê civiya. Biryar hate dayîn şandeke wan biçe Qonya.

HDPê di daxuyaniyekê de ragihandiye, partiya wan biryar daye ku derbarê komkujiya metirsîdar û hovane ku li Qonya rûdaye, hemû rehendên wê tawanê lêkolîn bike.

HDPê her wiha di vê daxuyaniyê de ragihand: Heya zanîna hemû sedemên serekî yên wê komkujiyê, hemû saziyên partiya wan li Qonya li ser xetê dibin.

Encûmena Navendî ya Rêveberiya HDPê piştî civîneke awarte, di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand, Encamderên wê kiryarê wêrekiya xwe ji dewletê werdigrin.”

Partiya Komarî ya Gel (CHP) jî daxuyaniyek belav kir û ragihand bi fermana Kemal Kiliçdaroglu ew dê şandekê bişînin Qonyayê.

Hevserokê HDPê Mîthat Sancar duh piştî civîna awarte ya derbarê bûyerê de ragihandibû, “Berpirsê sereke yê êrişên li dijî Kurdan desthilat e. HDPê dikin armanc lê di ser HDPê re siyaseteke komkujiyê ya sîstematîk li dijî gelê Kurd dimeşînin.”

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, di wê şandê parlamenterê Enqerê Levent Gok û Endama Encûmena Partiyê Semra Dînçer jî hene.

Duh li bajarê Qonyayê ya Tirkiyê di encama êrişa tirkên nijadperest ser malbateke Kurd de 7 kesên endamên wê hatin kuştin û mal wan jî hat şewitandin.

Serepeyv