Tîrmeh 29, 2021 17:00 Asia/Tehran
  • Sancar: Desthilatê hebûna xwe bi dijminayetiya Kurdan ve girêdaye

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar ragihand ku desthilata AKPê û hevpeymanên wê li Tirkiyê siyaseta xwe li ser bingeha dijayetîkirina Kurdan dariştine û hebûna xwe jî bi dijminatî û dijatîkirina Kurdan ve girêdane.

Hevserokê HDPê Mithat Sancar di çarçoveya bernameyeke HDPê de li deverên kurdî û çend bajarên Tirkiyê bi navnîşana “Em HDPyî ne, li her cihî ne”, roja Çarşemê 28ê Tîrmeha 2021ê serdana bajarokê Patnosê ser bi parêzgeha Agirî ve kir.

Mihthat Sancar di bernameke taybet a partiya xwe de li Patnosê got, kar bo wê yekê dikin ku li Tirkiyê berfirehtirîn hevpeymaniyê pêk bînin û tekez kir ku heta li Tirkiyê, Kurd û gelên din azad nebin, demokrasî nayê Tirkiyê.

Sancar herwiha derbarê pirsa koçber û penaberên Sûrî de jî rexne li desthilatê girtin.

Hevserokê Giştî yê HDPê wiha got: “Vê desthilatê jî ligel hevpeymanên xwe bi hev re li ser bingehê dijayetîkirina Kurdan siyaseta xwe dariştine, ew siyaseta wan jî bi dijminatîkirina Kurdan birêve diçe û hebûna xwe jî bi dijminatîkirina Kurdan ve girê dane. Di ser hemûyan re gelê Kurd, gelên Tirkiyê û yên hatine çewsandin bi riya sindoqên dengdanê dê derseke pêwîst bidin wan. Yên dijî siyaseta şer ranawestin, ên li vê navçê şer teşwîq dikin, ên li vî welatî bi riya siyaseta şer pirsa Kurd mehkumî neçareserkirinê kirine, rabûne êrîşî koçber û penaberên Sûrî dikin û sivikatiyê bi wan re dikin. Dubare dibêjin, her kesê hatibe çewsandin birayê me ye.”

Sancar herwiha got: “Em spasiya gelê xwe ku li çiyayên honik ên Serhedê me bi germahî pêşwazî kirin, dikin. Me got ‘Em HDPyî ne û li vir in’. Meşa ku me li Agiriyê kir, em li çar aliyê welat dikin. Ya ku ev hêz daye me, ked û têkoşîna gelê me ye. Em mafdar in û em ê bi ser bikevin. Ne bi zextên polîsan û ne jî bi girtinan ew nikarin me têk bibin.” 

Serepeyv