Tîrmeh 29, 2021 09:52 Asia/Tehran
  • AKP û MHPê du partiyên hevpeymanên Cumhurê, li ser benda hilbijartinan lihev kirin

Herdu partiyên hevpeymanên Cumhurê, AKP û MHPê li ser daxistina benda hilbijartinan bo rêjeya %5 û rakirina mercê pêkanîna grûbê li nava Parlamenta Tirkiyê li hev kir.

Zêdetir ji salekê ye ku li Tirkiyê gotûbêj li ser daxistina benda hilbijartinan û çareserkirina hinek xalên hilbijartinan dihatin kirin.

Li gor medyaya Tirkiyê di vê çarçoveyê de jî AKP û MHPê di nava xwe de li ser daxistina benda hilbijartinan bi rêjeya %5 û di heman demê de li ser nehiştina derbasbûna parlementeran bo partiyekî din lihev kirin.

Li gorî zanyariyên ku hatine belavkirin, eger li ser van xalan bigihin encamekî giştî, wê demê dibe ku di nava hevpeymaniyan de bendek bê danîn.

Serepeyv