Tîrmeh 28, 2021 00:06 Asia/Tehran
  • Li Dîlokê şewatek mezin derket

Li bajarê Dîlokê yê kurdnişîn li Tirkiyê agir bi depoyekî kelûpelên çêkirina beleman ket, depo bi temamî şewitî û tiştek jê xelas nebû.

Îro Sêşemê 27ê Tîrmehê li navçeya Şahîney a parêzgeha Dîlokê agir bi depoyeke kelûpelên çêkirina beleman ket.

Ji cihê bûyerê dûkelek mezin bilind dibe û dem bi dem kelûpelên di nava  depoyê de jî diteqin.

Çendîn tîmên agirvemirandinê çûne wî cihî, lê ji ber ku piraniya kelûpelên di nava depoyê de plastîkî û kîmyayî ne, agir hêj nehatiye kontrolkirin.

Hêj sedema şewatê nehatiye zanîn, lê hatiye ragihandin ku lêkolîn derbarê bûyerê de destpê kiriye.

Ji ber mezinbûna agir, malên li derdora wê depoyê jî hatine valakirin.

Li gorî zanyariyên ku hatine belavkirin, heta niha di encama şewatê de ti ziyanên canî nebûne, lê zirareke mezin a maddî gihîştiye depoyê.

Serepeyv