Tîrmeh 27, 2021 14:25 Asia/Tehran
  • Serbazekî Tirkiyê li Xakurkê hat kuştin

Serbazekî artêşa Tirkiyê li navçeya Xakurkê ya Herêma Kurdistanê hat kuştin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihandiye, serabzekî wan roja Duşemê 26ê Tîrmeha 2021 li navçeya Operasyona Pençe (Çeng) de hatiye kuştin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê, ew serbazê wan di encama pevçûneke li gel PKKê de canê xwe ji dest daye.

Navê wî serbazî Halîl Çelebî hatiye ragihandin ku ji navçeya Balişeyh a ser bi parêzgeha Kirikkaleyê ve ye.

Wezaretê diyar kiriye, ew serbazê wan ji bo dabînkirina ewlehiya rêya binkeyeke leşkerî ya artêşa Tirkiyê li navçeyê di erk de bûye, ku rastî teqeya PKKê hatiye.

Derbarê mijarê de heta niha PKKê û baskê wê yê çekdar ti daxuyanî nedane.

Serepeyv