Serokê Parlimana Tirkiyê dê biçe Komara Azerbaycanê
Tîrmeh 26, 2021 12:53 Asia/Tehran
Serokê Parlimana Tirkiyê jibo beşdariya di civîna serokên parlimanên Komara Azerbaycan, Pakistan û Tirkiyê dê biçe Bakûyê.
Serokê Parlimana Tirkiyê jibo beşdariya di civîna serokên parlimanên Komara Azerbaycan, Pakistan û Tirkiyê dê biçe Bakûyê.
Li gorî nûçeya ajansa Anatoliyê, Mustefa Şentop, Serokê Parlimana Tirkiyê dê sibe jibo beşdariya di yekemîn civîna sêalî ya serokmeclîsên Komara Azerbaycan, Pakistan û Tirkiyê biçe Bakûyê.
Peywendiyên Tirkiye û Komara Azerbaycanê vê dawiyê ji ber piştgiriya Enqerê ji Bakûyê di şerê Qerebaxê yê navbera Komara Azerbaycan û Ermenistanê da berfireh bûye.