Rapirsîna nû li Tirkiyê; HDP û MHP benda hilbijartinê derbas nakin
Li gor rapirsiya hilbijartinê ya herî dawî ya kompaniya ORC, tenê AK Partî, CHP û IYI Partî benda hilbijartinê derbas dikin û HDP û MHP jî li jêr benda hilbijartinê de mane.
Li gorî nûçeya Rûdawê, Kompaniya Rapirsiyê ya ORCê li ser malpera xwe ya fermî ya twiterê encamên rapirsiya ku di navbera 13-18 Tîrmehê de ligel 4 hezar û 520 kesan, li 36 parêzgehên cuda pêkaniye, belav kirin.
Di rapirsiyê de hatiye pirsîn "Eger vê Yekşemê hilbijartina giştî bibe hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?"
Li gor bersiva wê pirsê ji partiyên siyasî yên Tirkiyê tenê AK Partî, CHP û ÎYÎ Partî benda hilbijartinê derbas dikin.
Li gor rapirsiyê, Partiya MHPê bi rêjeyek kêm li jêr bendê maye û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî ji sedî 8 ya dengan wergirtiye.
AK Partî bi rêjeya ji sedî 33 partiya yekem e, CHP bi rêjeya ji sedî 25ê partiya duyemîn e û ÎYÎ Partî jî bi ji sedî 12,5ê partiya sêyemîn e.
Li gor heman rapirsiyê, MHP bi sedî 9,8 û HDP jî bi sedî 8,0 di jêr benda hilbijartinê de mane.