Tîrmeh 23, 2021 23:35 Asia/Tehran
  • Peker gef li Soylu xwarin; Hesabê min bi te re bi dawî nebûye

Serokê mafya Tirkiyê Sedat Peker gefên ji wezîrê hundirîn ê Tirkiyê Suleyman Soylu re berdewam dike û got "Hesabê min bi te re hîn bi dawî nebûye, her wiha bi kesên tu xistine wezaretê re jî bi dawî nebûye." Li gel wê jî êriş rojnamegerên piştgiriya Soylu dikin, kir û da zanîn ku rûmeta piranî rojnamegeran li gorî mûçeyên wan e.

Serokê mafya Tirkiyê Sedat Peker bi twittên nû ku îro li ser hesabê xwe weşandine, êrişî wezîrê hundirîn ê rejîma Erdogan, Suleyman Soylu ku piştgiriya xwe ji MHP’ê digire, kir.

Li gorî tora El-Eyn El-Exbariyê, Peker di twitta nû de wiha got: "Suleyman, hesabê min hîna bi te re bi dawî nebûye, ne jî bi kesên tu xista wezaretê ku hûn karên bêrûmet bikin. Ez sond dixwim hîna bi dawî nebûye."

Berê jî serokê mafya yê Tirkiyê dîmenên eşkerekirina sûc û kiryarên ku destê Soylu tê de hene, belav kiribûn.

Peker êrişî rojnamegerên ji bo berjewendiya wezîrê hundirîn Soylu û hikumetê dixebitin kir û wiha domand: "Hin kesên bêrûmet hene û xwe rojanemger nîşan didin. Her wiha dibêjin min peymanek îmze kir, lê rûmeta wan ne mûçeyan wan kêmtir nîne. Lê ev axaftin ne ji rojnamegerên birûmet re ye."

Peker di twitta xwe de wiha berdewam kir: "Ez ji wan re dibêjin, heke min peymanek îmze kiribe, ez ê vegeriyama Tirkiyê û careke din min ê devê xwe venakira. Lê bi vê yekê dixwazin ji qîma min kêm bikin û paşguh bikin. Lê dibe ku min bikujin ne min paşguh bikin."

Têkildarî mijarê, Peker wiha anî ziman: "Ez, malbat, zarok û xizmên min di hedefgirtinê de ne, lê hîna jî texmîn dikin ev lîstok e." Peker wiha lê zêde kir: "Dostên min ên birûmet, tiştên min gotine, dibe zêdetir 50 hikumet hilweşiyana, lê rûmet piranî rojnamegeran li gorî mûçeyên wan e."

Beriya çend hefteyan dîmen û twittên Sedat Peker bûn rojeva çapemeniya herêmî û navneteweyî. Ev yek jî piştî ku Peker kiryar, dosyayên derqanûnî û dosyayên kesayetên nêzî rejîma desthilat eşkere kirine, pêk hat bi taybet Suleyman Soylu . Peker got ew pê re bû alîkar ku bireve derveyî welat.

Serepeyv