Talîban: Em nahêlin Tirkiye li Efxanistanê bimîne
Berdevkê Koma Talîbanê Zebîhullah Mucahid dibêje, “Em rê nadin ku Tirkiyê leşkerên xwe li Efxanistanê bihêle.”
Zabihullah Mucahid ji ajansa Rûsî RIA Novosti re axivî û ragihand, “Me nerazîbûna xwe li beramber helwesta Tirkiyê derbirî û piştî vekişîna Amerîkayê em bi tu awayî rê nadin ku bi tu hincetekê, hêzên din yên biyanî li vî welatî bimînin.”
Berdevkê Talîbanê herwiha diyar kir ku ew li dijî biryara Tirkiyê ya derbarê Balafirgeha Kabulê de ne û got, “Eger Enqere di danûstandinan de bibe alîkar û bikaribe rewşa Efxanistanê baştir bike, em ê ji vê yekê kêfxweş bibin, lê em nahêlin ku Tirkiye li Efxanistanê bimîne.”
Berdevkê Talîbanê herwiha destnîşan kir ku Talîban dixwaze ku ji Encûmena Efxanî ya nûnerên gel hukûmetê ava bike û got, “Em ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel bingeheke siyasî ava dikin. Hikûmeta Îslamî û hikûmeta ku em dixwazin ava bikin dê ji komîteyeke nûnerên gel pêk bê.”
Ev di demekê de ye ku Berdevkê Talîbanê duh amaje bi wê yekê kiribû ku ti aliyekî Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan yê li dijî baweriya Talîbanê tune ye û gotibû, “Tirkiye birayê me ye, gelek aliyên me yên hevpar yên di warê baweriyê de hene. Em dixwazin ku peywendiyên me yên baş ligel Tirkiyê hebin.”