Tîrmeh 22, 2021 12:35 Asia/Tehran
  •  Tirkiye; 15 baroyên bajarên kurdan êrîşên nijadperestane şermezar kir

15 baroyên bajarên kurdnişîn li Tirkiyê êrîşên li hemberî kurdan ên ku vê hefteyê pêk hatin şermezar kir.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Di nav hefteyeke de sê êrîş li hemberî kurdan hatin kirin. Li Afyona Tirkiyeyê di êrîşê de 7 kurd birîndar bûn. Li Enqereyê 2 jê bi giranî 4 kurd birîndar bûn û duh (21'ê mehê) li Konyayê komek dor 60 kesî êrîşê kurdan kir û kurdekî (Bi navê Hakim Dal) kuştin.

Li ser vê yekê, duh êvarê 15 baroyên (navenda parêzeran) li bajarên kurdnişîn li Tirkiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û êrîş şermezar kir. Baroyên Amed, Agirî, Batman, Bedlîs, Culemêrg, Çewlig, Dêrsim, Mêrdîn, Mûş, Riha, Qers, Semsûr, Sêrt, Şirnex, Wan bi hev re daxuyanî belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku li gor agahiyên li çapemeniyê ji ber nasnameya kurdî û bikaranîna kurdî ew rastî êrîşê hatine. Baroyan got ku ew van êrîşên nijadperestane şermezar dikin, bang dikin ku dest ji hemû daxuyaniyên dibin sedema êrîşa li hemberî nasname û zimanê kurdî berdin. Baroyan got ku divê zûtir demê de bûyer ji her alî ve bê lêkolînkirin.

Serepeyv