Amerîka biryara Erdogan a kontrokirina beşên bajarê Varoşayê şermezar kir
Amerîkayê biryara Erdogan a xistina hin beşên bajarê Varoşayê (Maraş) di bin serweriya Qibrusiyên Tirk de, şermezar kir û piştrast kir ku dê rewşa metirsîdar a bajêr ragihîne Meclisa Ewlehiyê ya NY`yî.
Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Anthony Blinken duh daxuyanî da û piştast kir ku birayra Erdogan li dijî biryarên Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyiyê (NY) ye.
Erdogan û Tetar duh ragihandibûn ku dê beşên bajarê Varoşayê (Maraş) veguhêzîne bin kontrola Qibrusiyên Tirk.
Erdogan destnîşan kir ku Dê jiyan ji nû ve li Varoşayê (Maraş) dest pê bike.
Anthony Blinken diyar kir ku ev gav li dijî biryarên Meclisa Ewlehiyê ya NY`yî ye yên bi hejmar 550 û 789`an, ku bi awayekî eşkere bang dikin ku Varoşa ji aliyê NY`yî ve were birêvebirin.
Di Cotmeha 2020`an de Qibrusiyên Tirk bi desteka Tirkiyê ji nû ve vekirina berava Varoşayê (Maraş) ragihand û dest bi pêkanîna vê biryarê kirin. Anthony Blinken ew tevger yên bi desteka Tirkiyê bi provokasyon bi nav kirin û got ku nayên qebûl kirin û li dijî pabendên wê yên berê ne.