Tîrmeh 21, 2021 22:27 Asia/Tehran
  • Li Xarpêtê 150 donimên erd û zevî şewitîn

Li Çiyayê Mastar ser bi Xarpêtê ve li deverên kurdî yên Tirkiyê agir pê ket û 150 donim erd şewitî.

Agirê ku duh 20ê Tîrmehê li Çiyayê Mastar ê li gundê Koçkale yê girêdayî navenda Xarpêtê derketibû, berdewam dike.

Agir, duh piştî 3 saetan ji xebata Rêveberiya Herêmê yê Daristanê û Rêveberiya Agirvemirandinê ya Şaredariya Xarpêtê hatibû kontrolkirin, lê bi sedema bayê zêde careke din dest pê kir. 

Lê heta niha jî sedema derketina agir nayê zanîn.

Her wiha ji aliyê Rêveberiya Agirvemirandinê, Rêveberiya Herêmê ya Daristanê û Walîtiya Xarpêtê ve jî di derbarê wî agirî de ti daxuyanî nehatiye belavkirin.

Serepeyv