Tîrmeh 20, 2021 17:29 Asia/Tehran
  • Dewama dijayetiya Talibanê tev hebûna leşkerî ya Tirkiyê li Efganistanê

Koma Talibanê careke din doijayetiya xwe di gel hebûna leşkerî ya Tirkiyê li Efganistanê ragihandin.

Zebîhullah Mucahid, Berdevkê Koma Talibanê roja Sêşemiyê di hevpeyîvîna tev kanala televîziyonî ya TRTê da got: Ev kom li dijî dewama hebûna leşkerî ya Tirkiyê jibo kontrol, ewlehî û rêveberiya balefirgeha navneteweyî ya Kabula paytexta Efganistanê ye.

Zebîhullah Mucahid her wiha got: Hebûna leşkerî ya aliyên derve yî li Efganistanê destwerdana li karên navxweyî yên vî welatî ye.

Berdevkê Koma Talibanê di eynî demê da daxwaza berfirehkirina pêwendiyên vê komê tev Tirkiyê kir.

Ev gotinên berdevkê Koma Talibanê di halekî da ye ku Receb Teyib Erdoxan serokomarê Tirkiyê jî îro li nav koma nûçegihanan, got: Heke Koma Talibanê şertên Enqerê bipejirîne, ev welat dosyeya rêveberî û parastina balefirgeha Kabulê di gel vê tevgerê dê vekolîne û bi Koma Talibanê ra gotûbêj bike.

 

Serepeyv