Li Wanê bi dehan koçberên qaçax hatin girtin
Tîrmeh 19, 2021 09:10 Asia/Tehran
Li devera Erdîş ya Wanê li başûrê rojhilatê Tirkiyê bi dehan koçberên qaçax hatin girtin.
Li gorî medyaya Tirkiyê, duh li nêzîkî bajarokê Erdîş li parêzgeha Wanê derdora 60 koçberên qaçax, ku hemû Efxanî bûn, ji aliyê hêzên asayişê ve hatin girtin.
Li gorî agahiyan, tevahiya wan koçberan di mînîbûseka 15 kesî de bicîh bibûn!
Ev demek e rojane li parêzgeha Wanê bi dehan koçberên qaçax, ku %90 wan Efxanî ne û ji aliyê Rojhilat (Îran) ve derbasî aliyê Tirkiyê dibin, ji aliyê hêzên Tirkiyê ve tên girtin.
Piştî berfirehbûna êrişên koma Talîban li Efxanistanê hejmara Koçberên Efxan zêde bûne.