Tîrmeh 18, 2021 13:22 Asia/Tehran
  •   Li herêma Zîlkan a Mûsilê; Mayînek bi wesayîta leşkerên Tirkiyê ve teqiya

Li herêma Zîlkan a Mûsilê di dema derbasbûna leşkerên Tirkiyê de mayîneke pêştir hatibû vedan teqiya û di encamê de 2 leşkerên Tirkiyê birîndar bûn.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Li navçeya Başîkê li nêzîkî baregeha Gudad a leşkerên Tirkiyê îro sibê mayineke hatibû vedan bi wesayîta leşkerên Tirkiyê ve teqiya.

Têkildarî mijarê rêveberê bajarokê Zilkanê Mihemed Emin Xarib ji Rûdawê re got, “Serê sibehê saet 10:00 dema ku wesayîta arteşa Tirkiyê derbas dibû, teqînek çêbû. Li gorî agahiyên me zanîne, dema ku ji ber teqînê wesayîta leşkerî ji nav çûye û 2 leşker jî bi sivikî birîndar bûne.”

Mihemed Emin diyar kir ku ew hêj nizanin ew mayîn ji aliyê kê ve li ser rêya leşkerên Tirkiyê vedaye.

Derbarê vê mijarê de heta niha ji Wezareta Berevaniya Tirkiyê ve ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Hêzên Çekdar ên Artêşa Tirkiyê ji 2015an vir ve li baregeha leşkerî ya Gudad li Başikayê ku 42 km dikeve bakurê rojhilatê Mûsilê bi cih bûne.

 

Serepeyv