Tîrmeh 17, 2021 08:41 Asia/Tehran
  • Mafê parlamenteriyê li Gergerlîoglu hat vegerandin

Biryara Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê ya derbarê Omer Faruk Gergerlîoglu de li Parlamenta Tirkiyê hat xwendin û mafê parlamenteriyê li Gergerlîoglu hat vegerandin.

Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê roja 1ê Tîrmehê biryara xwe derbarê Omer Faruk Gergerlîoglu de eşkere kiribû û tekez kiribû ku mafê Gergerlîoglu hatiye binpêkirin.

Ew biryara Dadgeha Destûrî bo dadgeha xwecihî hatibû şandin û Gergerlîoglu ji zindanê hatibû berdan.

Dadgeha xwecihî jî îro biryara derbarê Omer Faruk Gergerlîoglu de bo Parlamenta Tirkiyê şand û piştî xwendina biryarê li Lijneya Giştî, Gergerlîoglu careke din wek parlamenter dest bi kar kir.

 Omer Faruk Gergerlîoglu ku parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) e li bajarê Kocaeliyê, berî niha li ser parvekirineke li ser medya civakî bi hinceta “propaganda terorê” 2 sal û 6 meh ceza lê hatibû birîn.

Roja 17ê Adara borî ew biryara cezakirina Gergerlîoglu li parlamentê hatibû xwendin û mafê parlamenteriyê ji Gergerlîoglu hatibû wergirtin û roja 2ê Nîsanê jî hatibû girtin.

Omer Faruk Gergelîoglu li ser vê yekê li Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê doz vekiribû û wê dadgeha bilind jî roja 1ê Tîrmehê  ragihandibû ku mafê Gergerlîoglu hatiye binpêkirin.

Gergerlîoglu li ser vê biryarê roja 6ê Tîrmehê ji zindanê hat berdan û piştî wê biryarê, proseya vegera wî parlamenterê HDPê bo parlamentoyê destpê kir.

Piştî ku duh biryara Dadgeha Bilind gihişt parlamentê, mafê parlamenteriyê piştî 4 mehan li Omer Faruk Gergerlîoglu hat vegrandin.

Parlamenterê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Enîs Berberoglu jî berî niha bi biryara Dadgeha Destûrî vegeriyabû parlamentê.

Serepeyv