Nexşeriya Tirkiyê ya şandina komên terorîst bo Kabul
Karbidestên îstixbarata Tirkîyê bi serokên komên terorîstî yên ser bi Enqerê re li hev kirine ku 2,000 terorîst ji Sûriyê bişînin Efganistanê digel serokên komên terorîstî yên bingeh li Enqerê.
Li gorî televîzyona Al-Mayadîn ya Libnanê, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (girêdayî dijberiya Sûrî) ragihand ku Tirkiye di mijara veguhastina endamên van koman bo Kabulê de bi serokên komên terorîst ên girêdayî Enqerê re lihevkirinek pêk anî.
Li gorî raporê, wezîfeya van hêzan dê di Îlona bê de bi çavdêriya tevahî ya Dezgeha îstixbarata Tirkiyê (MIT) û bi peymanên fermî dest pê bike û ev hêz dê berpirsiyarê parastina balafirgeha Kabul, navendên hikûmetê û piştgiriya hêzên navneteweyî di berdêla vê yekê mûçeyên zede ji hikûmetê bistînin.
Dima Nasif, rêvebirê ofîsa Al-Mayadin li Şamê, got ku li gorî jêderên Al-Mayadin li deverên di bin kontrola komên girêdayî Enqerê de, civînek di navbera efserên îstixbarata Tirk û serokên komên çekdar ên girêdayî Enqerê ku bi navê Artêşa Neteweyî pêk tê. Du aliyan di vê civînê de li hevkirin ku terorîstên hanê berî ku bişînin Efganistanê li vî welatî werin perwerdekirin. Hêzên hanê di çarçêva tijîkirina ciyê valakirî ji aliyê Amerîkayê ve û ji bo zêdekirina deshilata Tirkiyê li navçê pêk tê.