Tîrmeh 14, 2021 17:43 Asia/Tehran
  • Navçeya Marmarîs a Muglayê; Li dijî avahiya HDPê êrişa çekdarî pêk hat

Li dijî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Marmarîs a Muglayê êrişa çekdarî pêk hat û derbarê bûyerê de kesek bi navê A.T.D. hat desteserkirin.

Li navçeya Marmarîs a Muglayê îro danê sibê li dijî avahiya HDPê êrişek çekdarî hat kirin.

Li gor agahiyên berdest êrîşkarê bi navê  A.T.D bi taksiyê çûye avahiya navçeyê ya HDP û ziyan gihandiye avahiyê.

Li ser agahdarkirina ku kesekî êrişî avahiya HDPê kiriye, hêzên asayişê çûn cihê bûyerê û kesê bi navê A.T.D. yê 28 salî ku hat zanîn êrişî avahiyê kiriye desteser kirin û  dest bi ser çeka wî de jî girtin.

Li gor medyayê Tirkiyê heman kesî sala 2018am jî êrîşî avahiya HDPê kiriye û derbarê wî de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Her li gorî medyaya Tirkiyê ji bo kesê êrîş kiriye çareseriya derûnî dihat kirin, ji ber vê yekê derman bi kar tîne, her meh ji bo çareseriyê diçe Stenbolê, û di 2012an de mehekê li nexweşxaneyeke taybet bi nexweşiyên derûnî hate razandin.

Weke tê zanîn di 17ê Hezîranê de, kesekê êrîşek biribû ser avahiya HDPê li Îzmîrê di wê êrîşê de Deniz Poyraz a endama HDPê hatibû qetilkirin.

 

Serepeyv