Tîrmeh 10, 2021 01:16 Asia/Tehran
  • Sedat Peker: Soylu çekên ne ruxsetkirî li sivîlan belav dikir

Serokê mafyayê yê Tirk Sedat Peker di twîttekê de eşkere kir ku Wezîrê Hundirîn yê Tirkiyê Suleyman Soylu dema derbeya 2016'an de çekên ne ruxsetkirî li sivîlan belav dikir.

Serokê mafyayê yê Tirkiyê yê li dervayî Tirkiyê Sedat Peker agahiyên nû li ser  bûyerên gendelî belav kir û Wezîrê Hundirîn ê Tirkiyê Suleyman Soylu bi belavkirina çekên ne ruxsetkirî li sivîlan, sûcdar kir.

Peker eşkere kir Wezîrê Hundirîn yê Tirkiyê di êvara hewldana derbeya 15'ê Tîrmeha 2016'an û pêvajoya piştî wê de, bi rêya şaxên AKP'ê çekên ne ruxsetkirî li sivîlan belav dikirin.

Peker di tiwîtta xwe ya şevê din de eşkere kir hefteya yekemîn a Tebaxa 2016'an, tivingên AK-74 radestî cîgirê serokê şaxê ciwanan a girêdayê partiya serdest li Stenbolê hate kirin.

Her wiha eşkere kir ku serokê şaxê "Esenyurt" a AKP'ê yê Stenbolê di wesayîka ku bi tivingan barkirî bû de bû û got: " Saet derdora saet 1'ê sibehê li kolana kêleka Dêra Sveti Stefan a li Taxa Balat ku wekî Dêra Hesin jî tê zanîn, çek li erebeya Passat a reş hatin barkirin. Her wiha serokê şaxa ciwanan a AKP'ê ya Stenbolê yê wê demê Taha Ayhan bû, yê ku niha Serokê komxebata Ciwanan a Hevkariya Îslamî ye."

Serepeyv