Tîrmeh 09, 2021 21:01 Asia/Tehran
  • Erdogan li Amedê ye û dîsa soz û qiraran û bi gotina xwe mizgîniyê dide xelkê

Serokomarê Tirkiyê û Serokê AKPê, Receb Teyib Erdogan piştî du sal û nîvan îro 9ê Tîrmeha 2021ê seredana Parêzgeha Amedê ya kurdnişîn kir û li wir ragihand ku ewê Zindana Amedê bikin Navenda Çand û Hunerê û got, “Proseya çareseriyê me da destpêkirin, lê ne me xilas kir.”

Serokkomarê Tirkiyê li parêzgeha  Amedê di merasîma vekirina hinek kargehên li wê parêzgehê de axivî û got “Em Zindana amedê ku di demên derbasbûyî de navê wê bi îşkence û miameleya xerab belav bûye, vala dikin û dikin Navenda Çand û Hunerê.”

Erdogan di seredana xwe ya bo Amedê de tevlî merasîma vekirina hejmareke proje û kargehan bû û gotarek pêşkêş kir.

Erdogan di gotara xwe de got, “Amed di diroka xwe de her tim bûye bajarê şaristanî, aşitî, aramî û seqamgîriyê. Di demên derbasbûyî de yek ji pênc bajarên serekî yên pîşesaziyê yên Tirkiyê bû. Piştre felaketa terorê bi ser navçeyê de hat”

Erdogan di daxuyaniya xwe de amaje bi wê kir ku dema ew bûne desthilat bi daxwaza gel wan `Rewşa Awarte` bi dawî anî û got: “Dema me AKP damezrand, em hatin vir û  min ji herkesê pirsî `Dema em hatin ser desthilatê hûn çi ji me dixwazin?`Wan got `Rewşa Awarte rakin`. Me `Rewşa Awarte` rakir. Me çi got, me  kir.”

Eva di rewşekê de ye ku li pratîkê de ti cara rewşa awarte ji ser kurdan nehatiye rakirin û her car ev rewşa bi navekê û bi awayekî nefermî dewam kiriye carê bi navê darbeya leşkerî , carê bi nav Koronayê û carna jî bi navê terorê.

Herwiha Serokomarê Tirkiyê diyar kir ku wan di demên derbasbûyî de çi gotibe ew li ser wan gotinên xwe ne û diyar dike,  “Me sala 2005an çi ji we re gotibe, em duh jî li wir bûn û em dê îro û sibe jî li wir bin. Me bi hemû dilsoziya xwe banga aştî, biratî, çareserî, maf, azadî û demkokrasiyê kir.”

Serokomarê Tirkiyê derbarê proseya çareseriya Pirsa Kurd de jî ragihand, “Proseya çareseriyê me da destpêkirin, lê ne me xilas kir.”

Serepeyv