Tîrmeh 07, 2021 10:22 Asia/Tehran
  • Gergerlîoglu hat berdan

Piştî ku Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê, biryara derbarê binpêbûna mafên Omer Farûk Gergerlioglu û rawestandina cîbicîkirina cezayê wî ji bo 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Kocaeliyê re şand, di çarçoveya biryara Dadgeha Destûrê ya ku ji nû ve negirtî bê darizandinê de, Gergerliolu serbest berdan.

Piştî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a binpêkirina mafan a di derbarê Ömer Faruk Gergerlîoglu de, parêzerê Gergerlioglû Osman Çiftçi serî li 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Kocaeliyê da. Çiftçi daxwaz kir ku biryara di derbarê Gergerlioglu de li gorî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn were rawestandin.

Herwiha Serraportorê Beşên Serokatiya Dadgeha Destûrê di 6ê Tîrmehê de diyar kir ku divê biryara berê ku bi hinceta "binpêkirina mafan" hatiye wergirtin ji nû ve bê nirxandin.

2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Kocaeliyê daxwaza rawestandina cîbicîkirina cezayê di derbarê Gergerlioglu de qebûl kir. Bi yekdengî biryar hat girtin ku cîbicîkirina cezayê ku di 21ê Sibata 2018an de li Gergerlioglu hatiye birîn rewestinin.

Di çarçoveya biryara Dadgeha Destûrê ya ji nû ve negirtî bê darizandinê de, Gergerliolu  serbest hat berdan.

Serepeyv