Tîrmeh 06, 2021 11:42 Asia/Tehran
  •  MetroPOLL: Dengê AK Partî û CHPê nêzîkî hev in

Kompanyeya Lêkolîna MetroPOLLê li ser ciwanên Tirkiyê yên di navbera 18 – 24 salî ku di hilbijartinên 18 Hezîrana 2018an de temenê wan têr nekiriye deng bidin an jî yên ku temenê wan têr kirine û deng nedane analîzek kir.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Li ser pirsa "Eger vê Yekşemê hilbijartinên parlamentoyê hebe, hûn dê deng bidin kîjan partiyê?" Ji sedî 22.3 dibêjin AK Partî, ji sedî 19.9 CHP, ji sedî 6.8 MHP, ji sedî 4.9 IYI Partî, ji sedî 3.1 HDP, ji sedî 1.5 Partiya Pêşerojê, ji sedî 1.4 Partiya DEVA, ji sedî 0.9 Partiya Saadetê û ji sedî 1.5 jî dibên partiyên din.

Li gorî lêkolînê rêjeya kesên ku dibêjin “Bêbiryar im” ji sedî 7, ji sedî 17.6 “Protesto” û rêjeya kesên ku dibêjin “Bersiv nîne” jî ji sedî 13 ye.

Ev lêkolîna ku li ser 9 hezar û 240 kesên vê grûba ciwan hatiye kirin, ji sedî 7 pêk tîne.

Serepeyv