Tîrmeh 06, 2021 08:15 Asia/Tehran
  •  Serokê mafyayê yê Tirkiyê Sedat Peker agahiyên nû li ser Soylu û hevkarên wî eşkere kirin

Serokê mafyayê yê Tirkiyê Sadet Peker hîna bi dîmenên li ser medyaya civakî dijberiya hikumeta Tirkiyê dike û kiryarên wan eşkere dike. Peker herî dawî gelek bûyerên gendeliyê ku wezîrê karên hundir ê Tirkiyê Suleyman Soylu û gelek kesên din pê rabûne, eşkere kirin.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Duh serokê mafyayê yê Tirkiyê Sedat Peker li ser hesabê xwe yê Twitterê hin bûyerên gendeliyê eşkere kirin û piştrast kir ku wezîrê karên hundir Suleyman Soylu fermana wan daye. Her wiha di lêzanînan de daxuyand ku Soylu û hin hevkarên wî yên veşartî pereyên xwe bi rêya bûyerên gendeliyê kom kirine.

Sadet Peker wezîrê Tirkiyê bi gelek tawanan tawanbar kir û got hevkarên wî yên veşartî hene, ji wan Yuksel Ozyurt û Orhan Ozyurt in û li gelek herêman kar dikin, nexasim li navçeya Esenyurt a Stenbolê.

Peker her wiha hin milkên van her du hevkarên veşartî yên Soylu eşkere kirin. Peker destnîşan kir ku ev her du bira bi rêya wezîr Soylu li taxa Esenyurt qezencên mezin bi dest dixin.

Ev tawanên nû piştî çend rojan ji tevgerên hikumeta Tirkiyê pêk tên ku hikumetê bi rêya operasyonên ewlehiyê bi ser hin navendan de girtibû û li gelek bajarên Tirkiyê alîgirên Peker girtin.

Di Hezîranê de hikumeta Tirkiyê bi du operasyonan li dijî peyayên Sedat Peker li 4 bajaran, 25 kesên girtibûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku wezîrê karên hundir ê Tirkiyê Suleyman Soylu 17`ê Gulana borî li Serdozgeriya Giştî ya Enqereyê doz li Sedat Peker vekiribû û ew bi “biçûkxistin û teşhîrkirinê” tawanbar kiribû.

Serepeyv