Pêşangeha Mîmarî li Diyarbekirê hat vekirin
Jûra Yekîtiya Endezyar û Avahîsazan TMMOB pêşangehên projeyên mîmarî ku îsal xelat wergirtine vekir.
Li gorî nûçeya Kurdistan24ê, Jûra Yekîtiya Endezyar û Avahîsazan a Tirkiyê (TMMOB) pêşangehên projeyên mîmarî ku îsal xelat wergirtine vekir. TMMOB li Tirkiyê, ji du salan carekî pêşangehên bi vî rengî ve dike û îsal jî projeyên avahîsazan ku xelat wergirtine li Mala Dengbêjan ya Diyarbekirê hat vekirin. Avahîsaz radigihînin ku bi xweza û ahenga hewildorî re lihevkirî çêkirina projeyên mîmarî û berhevanîna fikrên cuda di vê projeyê de girîngiyên serekî ne.
Baştirîn projeyên avahîsazî ku îsal ji aliyê lijneya bijarde ya li Tirkiyê ve hatine bijartin ji aliyê TMMOB’ê ve li bajarên cuda wek pêşangeh hatin raxistin. Rêvebirên saziyên mîmarî balê dikşînin ku avahîsazî, pişeyek e ku her tim bi pêş dikeve û bi van pêşengehan jî, avahîsazên nû derfeta dîtina mînaqên baş yên mîmarî bibînin bi dest dixin.
Hevserokê Jûra Avahîsazan ê Diyarbekirê Ferît Kahraman ragihand ku ji sala 1988’an ve TMMOB ji du salan carekê, nirxandina projeyên mîmarî dike û mîmariyên baş xelat dike. Îsal jî di 4 beşan de 9 xelat hatine dayîn û mebest ew e ku ev pîşeya li gor hemahengiya xwezayî û hewildorî bi pêş bê xistin.
Ferît Kahraman got: “Mebest jî vê projeya ku 32 sal e didome, li gor xweza, çand û hewildorî bipêşxistima pîşeya Mîmarî ye. Ji parastina bermayiyên dîrokî heta ji alet û amûrên teknolojiya nû çêkirina avahiyan; hemû proje û boçûn di vê projeye de tên nirxandin. Em dixwazin li gel avahîsazîyê, parastina xwezayê jî bikin wek rêbazekê û piştgiriya projeyên baş jî bikin da ku mîmarî bi pêş bikeve û ji bo avahîsazên nû jî îlham peyda bibe.”
Avahîsazên nû jî, serdana pêşangeha li Diyarbekirê kirin û bi baldarî li projeyên peşkeş kirî çav gerandin.
Ûlaş Karakaş jî 2 sal in ku endezyarê avahîsazî ye û tîne ziman ku ew bi hevaleke xwe re hatiye û projeyên mîmarî yên gelek baş û balkêş jî dîtine, di nav xwe de kêmasiyên hin projeyan jî rexne kirine. Karakaş anî ziman ku bi her hal pêşangehên wiha ji bo wan derfet û sûdên mezin peyda dikin da ku xwe bi pêş bixin.
Pêşangeha Avahîsaziyê li Diarbekirê dê di navbera 3 û 5’ê Tîrmehê de, li Mala Dengbêjan ji bo serdanan vekirî bimîne.