Xwepêşandanên jinan dijî derketina Tirkiyê ji Peymana Stenbolê berdewam in
Li Tirkiyê xwepêşandana jinan beramberî biryara derketina welatê wan ji Peymannama Stenbolê berdewam e. Biryar e îro jî xwepêşandanên berfireh bên kirin.
Roja pêncşemê 1ê Tîrmehê di yekemîn roja derketina Tirkiyê ji wê peymannameyê, jinan li Stenbol, Enqere, Izmîr û çend bajarên din ên Tirkiyê û herêmên kurdî yên vî welatî derketin ser cadeyan.
Di kombûna bajarê Stenbolê de rûbirûbûn di navbera jinan û polîsan de çêbû.
Îpek Denîz, xwepêşander, dibêje, “Mafên me berê jî ne parastî bûn, Peymannama Stenbolê tenê bi nav hebû. Me berdewamî xebat dikir bo bê cîbicîkirin. Niha bi biryareke takekesî bi nerîna wan dikarin dest ji peymannamê berdin, lê jin destberdar nabin, wê bi pêdagiriya me wê yekê bibînin.”
Demeke zêde bû li Tirkiyê bi hiceta ku ew qanûn rewabûnê dide hevregezxwaziyê û şîrêza civakê têk dide, hewlê vekişînê ji peymannamê hate dan. Ev vekişîn ji aliyê welatên Ewropa û Amerîkayê rexne lê hate girtin.
Nevîn Tatar, xwepêşander, dibêje, “Em li vê derê ne, jiber her rojê herî kêm çend hevalên me yên jin têne kuştin, hûn dizanin an na. Hûn misogeriyê didin ku em jî di siberojê de rûbirûyî heman tiştî nebin, lewra heta dawî em di xweragiriyê de berdewam dibin.”
Herçiqas serokkomarê Tirkiyê Erdogan dibêje, bi vekişîna wan ji peymannama Stenbolê rûbirûbûna wan beramberî tundûtîjiya dijî jinan dawî nayê. Lê vê yekê dilgiraniya sazî û rêxistinên jinan ji nav nebiriye.
Heta niha Peymannameya Stenbolê ji aliyê 34 welatên endam li konseya Ewropayê hatiye pesendkirin. Tirkiyê piştî derbasbûna 10 salan ji peymannamê derket derve, ku yekemîn welat bû di 11ê Gulana 2011ê de îmze li ser kiribû.