Tîrmeh 02, 2021 09:03 Asia/Tehran
  •  Dadgeha Destûrê: Mafê Gergerlioglu hatiye binpêkirin

Parlementerê berê yê HDPê Omer Faruk Gergerlioglu li ser biryara girtinê û xistina parlementeriya xwe li Dadgeha Bilind serlêdan kiribû.

Li gorî nûçeya Kurdistan24ê, Dadgeha Destûra Bingehîna Tirkiyê biryara girtina Omer Faruk Gergerlioglu yê ku parlementeriya wî hatibû xistin, betal kir. Parlementerê berê yê HDPê Omer Faruk Gergerlioglu li ser biryara girtinê û xistina parlementeriya xwe li Dadgeha Bilind serlêdan kiribû.

Dadgeha bilind biryar da ku mafên Gergerlioglu yên “birêvebirina tevgerên siyasî, ewlehî û azadiya takekesî” hatine binpêkirin. Herwiha Dadgehê biryar ji Dadgeha pêşîn ya sizayên giran re şand û daxwaza berdana Gergerlioglu kir.

Parlemeteriya Gergerlioglu di 17ê meha Adarê de hatibû xistin, 4 rojan piştî xistina parlementeriyê jî Gergerlioglu li Parlementoya Tirkiyê hatibû desteserkirin.

Serepeyv