Tîrmeh 01, 2021 23:28 Asia/Tehran
  • Derketina fermî ya Tirkiyê ji Peymana Qedexekirina Tundiyan li dijî Jinan

Hikûmeta Tirkiyê di rewşekê de bi fermî xwe ji Konvansiyona Stenbolê ya Pêşîgirtina li Tundiyan li dijî Jinan dertêxe ku ji aliyê Yeketiya Ewropa û di nav xwe de tê rixnekirin.

Li gorî Reuters, hikûmeta Tirkîyê roja Pêncşemê bi fermî ji peymaneka navneteweyî vekişiya ku tundûtûjîya li dijî jinan qedexe dike û dema ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di Adarê de ragihand ku biryar daye ji vê peymanê derkeve ji hêla gelek ji kesayetî û gelên Tirkiyê û hevalbendên Rojavayî yên Tirkîyê ve hate şermezar kirin, lê niha bi fermî ragihand ku  ji vê Peymanê derketiye. 

Li gorî vê raporê, biryar bû bi hezaran kes li seranserê Tirkîyê jibo protestokirina vê biryara hikûmeta Tirkiyê rabibin, jiber ku serlêdana dadgehê ya ji bo rawestandina derketina derve ji  peymana hanê hefta borî hate red kirin.

Canan Gullu, seroka Federasyona Komeleyên Jinên Tirkiyê, diyar kir ku ew ê "têkoşîna xwe bidomîne" û got: "Ji dema derketina Covid-19 û zêdebûna pirsgirêkên aborî, şîdeta li dijî jinan li Tirkîyê gelek zêde bûye,"

Peymana Stenbolê, ku li bajarê herî mezin ê Tirkiyê li ser hate danûstandin û di 2011 de hate îmzekirin û welkatên ku ew îmzakirin xwe wezîfedar dan zanîn ku pêşiya şidetên navmalê ya li dijî jinan bigirin û sebebkarê şidetê mehkeme bikin.

Yekîtiya Ewropî (YE) vekişîna Tirkiyê şermezar kir û rexnegir dibêjin ku ev biryar bêtir welat ji endambûna vê blokê dûr dixe.

Di vê navberê de hikûmeta Tirkiyê îdia dike ku "Vekişîna ji vê Peymanê jibo pêşîlêgirtina şîdeta li dijî jinan tu astengiyek qanûnî û pratîkî çênake."

Serepeyv