Tîrmeh 01, 2021 18:11 Asia/Tehran
  • Dadgeha Bilind a Tirkiyê: Mafê Gergerlîoglu hatiye binpêkirin, divê ew were berdan

Dadgeha Destûra bingehîn a Tirkiyê ragihand ku mafê Omer Faruk Gergerlîoglu hatiye binpêkirin û biryar da bê azadkirin.

Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê derbarê parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Faruk Gergerlîoglu de ku berî niha parlamenteriya wî hatibû hilweşandin, biryara xwe aşkere kir û ragihand ku mafê xebata siyasî, ewlekarî û azadiya Omer Faruk Gergerlîoglu hatiye binpêkirin.

Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê herwiha nivîsek jî ji dadgeha xwecihî re şand û daxwazkir ku Gergerlîoglu bê azadkirin.

Piştî vê biryara dadgehê proseya vegera Gergerlîoglu bo parlamentê dê destpê bike.

Gergerlîoglu ku parlamenterê HDPê yê bajarê Kocaeliyê yê Tirkiyê bû û bi xebatên xwe yên ji bo mafên mirovan û civaka sivîl tê naskirin, ji ber peyamên xwe yên li ser torên civakî, derbarê wî de doz hatibû vekirin ku di encamê de bi hinceta “propagandaya rêxistinê” 2 sal û 6 meh cezayê zindanê  jê re hatibû birîn û dosya bo parlamentê hatibû şandin.

Biryara derbarê Gergerlîoglu de roja 17ê Adarê li lijneya giştî ya parlamentê hatibû xwendin û parlamenteriya  wî hatibû hilweşandin.

Lê Gergerlîoglu roja, 21/03/2021 ji aliyê polîs ve hatibû desteserkirin.

Herwiha piştî ku hatibû berdan, Gergerlîoglu roja 2ê Nîsanê vê carê jî li mala xwe hatibû desteserkirin û dîmenên desteserkirina wî jî belav bûbûn ku polîsan bi ser mala wî de girtibû û bi reftareke xerab ew desteser kiribûn.

Serepeyv