Berdevkê CHPê: Desthilata Tirkiyê dixwaze rojnamevanan bifetisîne
Li Tirkiyê piştî ku qedexeyên koronayê hatine sivikkirin, li kolanan çalakî, xwepêşandan û preskonferans jî zêdetir bûn. Lê li kêleka vê tundiya polîsan ya li hember rojnamevanan jî dîsa di rojevê de ye. Berdevkê CHPê Faîk Oztrak dibêje “Weke ku polîse Amerîkî Floyd fetisand, desthilata Tirkiyê ya ku xwe weke mexdur dide nasandin jî dixwaze rojnamevanan bifetisîne.”
Partiya Komarî ya Gel (CHP) raporek di derbarê rewşa mafê mirovan ya sala 2020ê de belav kir. Di rapora CHPê de beşek taybet behsa rewşa çapemenîyê û rojnamevan dike.
Li gorî rapora CHPê sala 2020an de di derbarê 239 rojnamevanan de doz hatiye vekirin, 25 rojnamevan hatine girtin, 17 rojnamevan rastî tundîya hêzên asayîşê hatine.
Berdevkê CHPê Faîk Oztrak dibêje “Weke ku polîse Amerîkî Floyd fetisand, desthilata Tirkiyê ya ku xwe weke mexdur dide nasandin jî dixwaze rojnamevanan bifetisîne. Alikarê wezîr pêwîst e ku lêkolîna van bûyeran bike, lê wî dev ji karê xwe berdaye û tenê rexneya oposizyonê dike.”
Piştî ku li Tirkiyê qedexeyên koronayê hatine rakirin li bajarên mezin gorî demên borî calakî jî zêdetir bûne û hêzên asayîşê bi tundiya li hember rojnavenan têne rexne kirin.