Hezîran 29, 2021 15:03 Asia/Tehran
  • Wezîrê Derve yê Rûsyayê sibe serdana Tirkiyê dike

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov dê di 30ê Hezîranê de serdana Tirkiyê bike û bi hevtayê xwe yê Tirkiyeyî Mevlut Çavuşoglu re bicive.

Wezareta Derve ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand ku Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov dê roja Çarşemê 30ê Hezîranê serdana Tirkiyê bike.

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov, li ser vexwendina Wezîrê derve yê Tirkiyê dê di 30 Hezîran 2021 de serdana vî welatî bike. Di civînên ku dê li Antalya bên lidarxistin, dê mijarên herêmî û herwiha têkiliyên dualî yên Tirkiye-Rûsyayê bêne gotûbêjkirin.”

Ji aliyek din ve, medyaya Rûsyayê belav kiriye ku wezîrê derve yê wî welatî Sergey Lavrov dê bi hevtayê xwe yê tirk Mevlut Çavuşoglu re derbarê mijarên wek pêşxistina têkilî û hêviyên dualî, pirsgirêkên herêmî û navneteweyî yên heyî de biaxive.

Di heman demê de hate destnîşankirin ku aliyan plan kirin ku li ser gelek mijarên wek hilberîna derziya SputnikV ya Rûsyayê, rewşa Sûriye, Lîbya, Efxanistan, Ukrayna, Qafqasaya Başûr û rewşên din ên li herêman, gotûbêj bikin.

Serepeyv