Hezîran 28, 2021 18:35 Asia/Tehran
  • Tirkiye: Ev 4 roj in daristanên Çewlîgê dişewitin

Daristanên Çewlîga yê Tirkiyê ji 25ê Hezîranê ve dişewitin, ji ber lezbûna ba û nebûna hewleke cidî bo kontrolkirinê, ev agir zêdetir berfireh dibe û gefê li cihên niştecihbûna xelkê sivîl dixwe.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Parlemantarê HDPê yê Çewlîgê Erdal Aydemîr rexne li karbidestên hikûmeta Tirkiyê girt ji ber ku terkexem in li asta şewitîna daristanên navçeyê û bi nerîna wî ev agir bi qest nayê kontrolkirin.

Ev parlemantarê HDP di twîtterê de li hashtaga `Çewlîg dişewite` twîtek belav kir û nivîsand:

“Di dema ew agirê li Marmarîsê pêket wek pêwîst hate kontrolkirin, agirê Çewlîgê hêjî berdewam e. Ji karbidestan dipirsim kîjan kompanya kan li pişt wî agirî ye, bila eşkere bikin.”

Daristan û canewerên navçeyê jiber agir zereke zêde dîtine. Çend tîm ji çewlîgê û xarpêtê bo navçeyê hatine şandin, lê jiber şiyanên wan ên sînordar nikarîbûn rewşê kontrol bikin. Welatî jî jibo ku agir dûrî malên xwe bixin, hewil didin vî agirî vemirînin.

Mihemed Keleş, welatî, dibêje, “Hewl bo vemirandina agir berdewam in, hino hino alîkarî digihê, helîkopter ji asman ve avê dirijîne.  Xwedê alîkarê me hemûyan be, ma çi bibêjim?”

Çavkaniyên kargêrî yên navçeyê derbarê vê şewatê de ti daxuyaniyek nedane, eger bilez hewl neyên dan, ne dûre gundnişînên navçeyê rûbirûyê metirsiyên zêdetir bibin.

Serepeyv