Erdogan û Seed Herîrî li Tirkiyê civiyan
Hezîran 27, 2021 23:50 Asia/Tehran
Serokomarê Tirkiyê li Stenbolê digel Serokwezîrê Libnanê Seed Herîrî civiya û ser rewşa Libnanê gotûbêj kirin.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Anatolyayê, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bêyî amadebûna rojnamevanan li Stenbolê bi Serokwezîrê Libnanê Seed Hariri re civiya.
Di hevdîtinan de Erdogan û Herîrî rewşa Libnan û herêmê û her wiha têkiliyên dualî gotûbêj kirin.
Libnan bi salan e ku bi qeyranek aborî re rû bi rû ye û pişt re jî bi xwepêşandanên gel ên berfire re rûbirû bûye.