Îdiayên Tirkiyê û PKKê derbarê kuştina hêzên hevdu
Hezîran 27, 2021 23:40 Asia/Tehran
Wezareta karên Hundir a Tirkiyê dibêje ku çend endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li başûrê rojhilatê vî welatî hatinê kuştin. PKKê jî dibêje ku li bakura Iraqê û di nav Tirkiyê de 16 leşkerên Tirkiyê kuştine.
Li gorî Saziya Radyo û Televîzyonên Tirkiyê (TRT), Wezareta Navxweyî ya vî welatî diyar kir ku di pevçûna di navbera komandoyên cendirmeyan de li parêzgeha başûrê rojhilatê Şirnexê du endamên PKKê hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKK’ê jî ragihand ku di çalakiyên şervanên wê li bakura Iraqê û hin deverên Tirkiyê, 16 leşkerên Tirkiyê kuştine û gelek leşker jî birîndar kirine. PKKê di dewamê de got ku di van şerana de gelek kozik, çek û radarên artêşa Tirkiyê jî îmha kirin.