Hezîran 23, 2021 10:38 Asia/Tehran
  • Buldan: Bahçelî malbata Deniz Poyraz dike hedef

Hevseroka HDPê Pervin Buldan nerazîbûn li dijî serokê MHPê Devlet Bahçelî nîşan da ku Deniz Poyraz wek milîs bi nav kiribû, û got: “Bi kujer re zimanek hevpar bi kar anîye û bi vê yekê jî bavê Denizê û malbata wê kiriye armanc.”

Li gorî rapora Rûdawê, Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan îro di civîna fraksyona partiya xwe de axivî. Pervin Buldan bi bîranîna endama HDPê Deniz Poyrazê ku li Îzmîrê di êrîşek dijî avahiya partiyê de canê xwe ji dest dabû, dest bi axaftina xwe kir.

Hevseroka HDPê di axaftina xwe de nerazîbûn li dijî Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçeli ku Deniz Poyraz wek milis û kesek tawanbar bi nav kiribû nîşan da û got:  

“Peywendiya  dijminkariya HDPê û zimanê nefretê ku bi destê desthilatê, li ser navê siyasetê tê kirin a ligel bikuj bi awayek eşkere li holê ye û hûn nikarin veşêrin.  Şirîkê biçûk ê desthilatdariyê îro li parlamentoyê Denîz Poyraz wek hedef nîşan dide. Zimanê xwe û yê kujer dike yek. Ez vê yekê bi eşkere dibêjim. Atmosfera kuştinê li ser vê kursiyê daye berdewamkirin. Deniz Poyraz wek terorîst bi nav kiriye.  Ji Denîz Poyraz re got ‘terorîst’. Ji malbata wê re got ‘terorîst’. Bavê Denizê û malbata wê kiriye armanc. Ne tênê Deniz û malbata wê, her wiha bi milyonan kesên ku dengên xwe dane HDPê jî kiriye armanc. Dibêje çima zêdetir HDPyî nehatine kuştin û gazina vê yekê dike.”

Di berdewamiya axavtina xwe de Buldan bang li dozgeriyê kir û got: “Em li dijî van gotinên ku ji bo kuştinên nû handêr in, bang li dozgeran dikin ku erkê xwe pêk bînin. Dozgerek wêrek heye ku hedê vê şirîka biçûk pê bide zanîn? Belkî hêj dilê şirîkê biçûk rehet nebûye. Her çiqas ‘kujer got min dilê xwe rehet kir’ jî lê şirîkê îqtidarê yê biçûk îro rabû got ‘dilê min rehet nebûye’. Şirîkê desthilatdariyê yê biçûk pir eşkere komkujiya li Îzmîrê girt ser xwe! Derî li komkujî û cînayetên nû vekir. Em bang li dozgeran dikin ku demildest li hember van gotinan bikevin tevgerê. Dozgerê ku ji bo girtina partiya me û girtina rêveber û endamên me 24 saetan li ser pêya ne bila ji bo van gotinan li tavilê wezîfeya xwe pêk bînin.”

Buldan herwiha diyar kir ku “Serokê Giştî yê AKPê her kesê ku ne alîgirê wî be weke dijmin dibîne” û got :  “Hûn nikarin peywendiya di navbera  pêkênerê kuştina Îzmîrê  û zimanê dijminkirinê yê Serokê Giştî yê AKP ku bi vê yekê herkesê  ne alîgirê xwe wek dijmin bi nav dike, veşêrin. Peywendiya bikuj û  zimanê nefretê yê medya we ya yekalî ku her roj li ser ekranan  dijminahiya HDPê û Kurdan  dike, bi qasî manşetên we nêzîkî we ne. Hûn nikarin vê yekê veşêrin.”

Serokê Partiya Tevgera Netewperest a Tikriyê (MHP) Devlet Bahçelî di derbarê êrişa li ser avahiya HDPê û kuştina Denîz Poyraz de de wiha gotibû “Suîqest û êrişa hovane ya li ser avahiya HDPê hatiye kirin, divê wek provakasyoneke tundiyê bê nirxandin. Pêvajoya êrişa ku bi ser avahiya HDPê ya Îzmîrê de hatiye ber bi xaleke din ve hatiye kişandin. Tavilê tê ferqkirin ku êrişkar bi tena serê xwe tevnegeriyaye. Rojeke wisa hatiye hilbijartin ku di avahiya HDPê de tenê yek rêveberê HDPê tê de tuneye. Heta bi awayekî bi plan civîn hatiye betalkirin. Çi hîkmete li cihê kesa ku çayê servîs dike, ji bo alîkariyê keça wê hatiye. Zeytûn, firingî û çaya ku Deniz Poyraz nîvcû hiştiye, wekî propaganda hate bikaranîn. Wêneyê nîşana gurên boz yê kujer mîna ku ew amade sekinandî hat pêşkêşkirin. Ev kujer bi rastî kî ye? Qeydên wî yên HTS hatine derxistin? Hişê Kiliçdaroglu li serê wî ye? Rêbir dewlet çi ye? Bi kijan cesaretê dikare wisa biaxive?

Deniz Poyraz berpirsa beşdariya gundan a PKKê ye, hevkara milîs a di nav gel de ye, wateya wê alîkariya ji bo armancên xayîn ên rêxistinê kirin terorîst e.”

 

 

Serepeyv