Hezîran 23, 2021 10:38 Asia/Tehran
  •  Sencar: Eger HDP bê girtin, dê ji sedî 5ê Kurdan ji AKPê veqetin

Xwediyê Lêkolîna Metropollê Ozer Sencar got ku hewildana girtina HDPê ji bo netewperest û dijberên HDPê yên di nav CHPê de û dîsa jî ji bo dijberên HDPê yên di nav IYI Partiyê de peyamak e.

Li gorî rapora Rûdawê, Ozer Sencar encamên siyasî yên gengaz ên doza girtinê ya li dijî HDPê nirxand û dibêje “Israreke MHPê ya tund heye. Ez ne di wê baweriyê de me ku Erdogan bixwaze partiyê bigre. Ji sedî 60 hilbijêrên IYI partiyê piştgiriya girtina HDPê dikin. Me tespît kir ku êrişên li dijî HDPê yên berî doza girtinê ji bo ku bandor li hilbijêrên IYI Partî bikin û pêşî lê bigirin ku ew nêzîkê Kurdan bibin. Naha pirsa sereke ev e ku gelo Erdogan bi rastî ji doza girtinê samîmî ye?”

Sencar li ser îhtîmala bandor girtina HDPê li ser hilbijêran bi vî rengî nirxand “Ka em bibêjin wan partî girt. Heke destûr neyê dayîn ku HDP an partiya berdewamiya wê bikeve hilbijartinan, dê di hilbijêrên HDPê de hin perçebûn hebe, piraniya kesên ku belav bûne biçin CHPê, û dibe ku hin kes neçin ser sindoqan. Lê eger HDP bikeve hilbijartinan dê rengê dengan biguhere.”

Sencar diyar kir ku ger HDP were girtin, herî kêm ji sedî 5 hilbijêrên Kurd dikarin ji AKP'ê veqetin û wiha berdewam kir “Eger HDP bi awayekî bikeve hilbijartinê, hilbijêrên HDP ji hev belav nabin. Heta HDP dibe ku ji hilbijêrên ku bertekê didin doza girtinê deng werbigre. Di rewşa niha de ji sedî 35ê Kurdan dengên xwe didin AK Partiyê. Eger HDP bê girtin, dibe ku ji sedî 5ê Kurdan ji AKPê veqetin. Ango AKP, tiştên ku di dest de ne jî wenda bike. Hilbijêrên HDPê, ji ber ku doza girtinê heye, dengên xwe naguherînin.

 

 

Serepeyv