Hezîran 22, 2021 09:55 Asia/Tehran
  • Mîthat Sancar: HDP dê vê planê betal bike

Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê biryara qebûlkirina doznameya girtina HDPê de ragihand, “Gel parêzerê vê dozê ye û HDP dê vê planê betal bike.”

Hevserokên HDPê Mîthat Sancar û Pervîn Buldan li navenda giştî ya partiyê ya li Enqerê derbarê biryara qebûlkirina doznameya girtinê ji aliyê Dadgeha Destûrî ve kongreyeke rojnamevanî encam dan.

Hevserokê HDPê Mîthat Sancar dibêje, bi vê biryarê “li Tirkiyê em gihiştin qonaxeke nû û divê her kes armanca vê dozê bibîne û berpirsyariya xwe bicî bîne.”

Mîthat Sancar bal kişand ser zêdebûna guvaşên li ser HDPê di heyamên dawî de û got, “Ev biryar encama operasyonên siyasî yên li dijî HDPê ne û ne yasayî ye.”

Dadgeha Destûrî berî niha doznameya girtina HDPê red kiribû û Mîthat Sancar dibêje, dadgehê cara yekem “bi duristî doznameya girtina HDPê red kir. Di demekê de tiştek nehatiye guhertin, di bin gefên siyasî û şantajan de, Dadgeha Destûrî vê carê doznameya girtina HDPê qebûl kir.”

Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçelî berî niha ji ber redkirina dosyeya derbarê HDPê de daxwaza girtina Dadgeha Destûrî kiribû û ragihandibû ku vê carê ew dadgeh neçar e doznameya girtina HDPê qebûl bike. Mîthat Sancar jî bal kişand ser van daxwaz û hewlên MHPê û got, “Ev doz li navenda giştî ya MHPê hatiye amadekirin. Her kes dizane ku Dozgerê vê dozê desthilat bi xwe ye.”

Hevserokê HDPê got ku Dadgeha Destûrî “çavên xwe li ser her tiştî girt û bi vê biryarê derfeteke dîrokî ji dest da” û tekez kir, “Em dê heta dawiyê HDPê biparêzin û parêzerê vê dozê û HDPê jî gel e. Di ahengên 8ê Adarê û Newrozê de gelê me nîşan da ka dê çawa HD`ê biparêzin. Parêzerên vê dozê di destpêkê de gelê Kurd e û bi hevkariya gelên Tirkiyê dê vê dozê vala derxin.”

Serepeyv