Hezîran 20, 2021 13:12 Asia/Tehran
  • Li Êlihê polîsan rê nedan çalakiya HDPê

Li parêzgeha Êlihê ya baçûrê rojhilatê Tirkiyê polîsan rê nedan welatiyên xwestin êrîşa ser avahiya HDPê ya Îzmîrê ku di wê êrişê de endama partiyê Denîz Poyraz jiyana xwe ji dest dabû, protesto bikin û hejmarek kes desteser kirin.

Endamên Meclîsa Dayikên Aşitiyê û grûpek welatiyan bi armanca protesto kirina êrişa ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li Îzmîrê li ber avahiya kar a Nasiroglu civiyan û xwestin daxuyaniyê bidin çapemeniyê.

Li gor agahî u dîmenên vîdyoyi yên hatine belavkirin polîsan êrişî wê grûpê kir e û beşek welatî û rêveberên HDPê jî desteser kirin. 

Herwiha hate ragihandin ku hevserokên berê yên şaredariya Êlihê Mehmet Demir û Songul Korkmaz jî ligel beşek endam û alîgirên partiyê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine desteserkirin.

Serepeyv