Hezîran 18, 2021 23:32 Asia/Tehran
  • Partiyên siyasî êrîşa dijî HDPê şermezar kirin

Cîgirê Serokê Dad û Pêşveçûnê (AKP) Hamza Dag êrîşa çekdarî ya li avahîya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ya li Îzmîrê şermezar kir.

Hamza Dag ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ya Twitterê ragihand ku ew li hember hemî êrîş û hewildanên dijî ewlekarî û aramîya Tirkîyê sekinîne û ewê wê helwesta xwe bidomînin.

Serokê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu û Serokê Partîya DEVA Alî Babacan jî ev êrîş şermezar kirin.

Kiliçdaroglu ji Twitterê dîyar kir ku ew bo malbata Deniz Poyraz ya di êrîşê de hatiye kuştin sersaxîyê dixwaze û gel dijî provokasyonan hişyar kir.

Kiliçdargolu wiha nivîsî: ‘’Me berê ew senaryo dît, gelê me îcar naxape. Ez hişyar dikim, bila ti kes ne li bendê be ku ew provokasyon kêrî wan werin.’’

Herwiha Alî Babacan, Meral Akşener, Ahme Davutoglu,jî êrîş şermezar kirin û dîyar kir ku berevanîya sîyasetvan û partîyên sîyasî berpirsîya hikûmetê ye.

HDPê ser êrîşê desthilata Tirkîyê û Wezareta Navxweyî tawanbar kiribû û dabû zanîn ku bi gotinên wan ew dibin armanca êrîşan.

Avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li Îzmirê rastî êrişa kesekî hat û hewla şewitandina avahiyê hat dayîn û di encama wê êrîşê de endameka HDPê ya bi navê Denîz Poyraz hat qetilkirin.

Serepeyv